Jinên Minbicê: Divê rewşa Abdullah Ocalan bê aşkerakirin

  • 18:09 24 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kantona Minbicê der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku piştî gelek erdhejên li Tirkiyeyê bûne bila rewşa Abdullah Ocalan bê aşkerakirin.
 
Jinên kantona Minbicê bi daxuyaniyekê balkişandin ser erdhêjên li derdora girtîgeha Îmraliyê pêk hatine û banga aşkerakirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Cîgira hevserokatiya Komîteya Jinan Sena Receb li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin her kes dizane ku sedema sereke ya tercîda girankirî û îşkenceya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binketina hêzên hegemon ên cîhanê û modernîteya kapîtalîst e ku nikarên armancên xwe di komploya navneteweyî de pêk bianiya.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku li der dora girtîgeha Îmraliyê duşema borî erdhej çêbûye û îro jî bi pileya 4,1 erdhejek din çêbû û li gorî zanyar û pisporan Tirkiye herêma erdhejan e. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Ji lew re metirsiya tevahî gelên azadîxwaz û demokrat li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan heye. Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û ewropa  dikin.Divê destwerdaneke lez û cidî bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku Abdullah Ocalan veguhêzin cihekî ewle, bihêlin malbat û parêzer serdana wî bikin û li ser rewşa wî ewle bin.”