Di Nobetên Edaletê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang

  • 16:54 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN/ÊLIH - Li Mêrdîn û Êlihê xizmên girtiyan Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dewam dikin. 
 
Li Mêrdîn û Êlihê xizmên girtiyan Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dewam dikin. 
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê dest pê kirine li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê dewam kir. Malbatên îro ji Nisêbînê hatin nobet dewam kirin. Di nobetê de stranên serhildanê hatin gotin û nîqaşên li ser rojevê hatin kirin. 
 
Dayika girtî Hogir Batu, Zahide Batu da zanîn lawê wê ev 4 sal in tena serê xwe di hucreyê de ye û got wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER'ê li Êlihê hat destpêkirin di roja 24'an de ye. 
 
Nobetê li avahiya DBP'ê dewam kir. Aktivîstên TJA'yê îro hatin serdana nobetê. Li vir jinan gotin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û bang li jinan kirin ku li dora felsefeya "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu. 
 
Di çalakiyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Nobetê bi stranan û dirûşman dewam kir.