Li Rojhilat Agirê Newrozê li gundê Çeşmiyer hat vêxistin

  • 15:04 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Çeşmiyer ê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê îsal zû dest pê kirin. Ji bo pîrozbahiyê bi hezaran kes hatin ba hev.
 
Gundê Çeşmiyer ê girêdayî navçeya Servabade ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, pîrozbahiyên cejna Newrozê xwedî dîrokeke kevnar e. Gelê Çeşmiyer ku pîrozbahiyên cejna Newrozê ya 21’ê Adarê di rojên zû de dest pê dike, îsal jî bi beşdariya gelek kesan dest pê kir. Pîrozbahiyên Newrozê ku li gorî salên borî cuda bû, vê carê jî ji çar aliyên Îranê hejmarek zêde kes beşdar bûn, elqeya jinan balê dikşîne.
 
‘Newroz ji bo me cejneke girîng e ’
 
Ji jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûne Rojiar Horamî wiha got: “Ez dixwazim Newroza îsal kêfxweşî û tendirustiyê bîne. Newroz ji bo me cejneke girîng e û em jî Newrozê li gorî kevneşopiyên xwe pîroz dikin. Ez dixwazim nifşên nû jî Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin. Em ê her dem zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe biparêzin.”
 
Di meha Sibatê de pîrozbahî dest pê dikin
 
Serveh Rostamî ya ku pîrozbahiya Newrozê organîze dike wiha got: “Li vê herêmê her sal meha Adarê di 23’ê Sibatê de bi hevkariya ciwan û pîra Newrozê pîroz dikin. Newroz li gorî her cihê li vê derê zûtir tê pîrozkirin. Dema ku befir li çiya dihele û gul serê xwe derdixin, ji bo me nîşaneya cejna Newrozê ye.”