Xizmên Windayan li aqubeta xizmên xwe pirsîn

  • 14:30 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan, Mehmet Yaşar, Mûrat Yildiz û Mehmet Mungan pirsîn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.
 
Êlih
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 621’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Çalakvanan wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar di çalakiyê de axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Rêzan, piştre jî serpêhatiya Mehmet Mungan xwend ku di sala 1998’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin. 
 
Rêzan, wiha got: “Dema li herêmê pevçûn dest pê kirin, gundê malbata Mungan jî ji hêla leşkeran ve hate valakirin û li gundê Xezayayê bi cih bûn. Mungan 27 salî bû û ajokariya TIR’ê dikr. Ji bo barê tiştên dê bibe Iraqê di 18’ê adara 1998’an de çû Silopiyayê. Di saetên şevê de hate mala xalê xwe ya li Silopiyayê, hinek pere stand û ji malê derket. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin.” 
 
Rêzan, da zanîn ku tevî hemû hewldanên malbatê jî tu agahî derheqê Mungan de nehatin bidestxisin û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, di hefteya 111’an de domandin. Çalakî, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, rêveberên Baroya Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBP’ê û Xizmên Windakiriyan tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hat pirsîn ku di 28’ê sibata 1994’an di bin çavan de hate windakirin û Mûrat Yildiz û Zekî Yilmaz ên di salên 90’î de hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn. 
 
Sekna xurt a Dayikên Şemiyê
 
Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn daxuyanî xwend û got ku di salên 90’î de gelek kes di bin çavan de hatine windakirin. Zengîn, wiha domand: “Sekna xurt a Dayikên Şemiyê, bû deriyê hêviyê ku ji Qada Galatasarayê ber bi cîhanê ve vebû. Em ê ji bo kesên din bin çavan de hatine windakirin li hemû qadan biqîrin. Ji bo gora Mehmet Yaşar bi çîçekan bê xemilandin, em ê tu caran dev ji têkoşîna xwe û pirsîna aqûbeta windakiriyan bernedin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konaê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in û xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) hate pirsîn ku li Bornovayê hatibû binçavkirin û windakirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û wiha got: “Lêgerîna heqîqeta ji bo windakiriyan ji sala 1995’an ve didome. Bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin. Faîlên wan nehatin dîtin. Em dizanin faîlên wan kî ne. Em ê qêrîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin. Ev meseleye ne tenê meseleya windakirina mirovan e. Her wiha meseleya aştî û demokrasiyê ya welêt e. Em ê heta dawiyê van daxwazên xwe bînin ziman.” 
 
Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş serpêhatiya Mûrat Yildiz vegot.
 
Amed
 
Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 785’an de aqubeta Mehmet Înan ku jê agahî nayê girtin pirsîn.
 
Şaxa Amed ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di hefteya 785’an a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya ‘Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de hatin ba hev.
 
Xizmên Windayan ku li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev, vê hefteyê aqûbeta Memet Înan ku di 28’ê Sibata 1994’an de hatî binçavkirin û êdî tu agahiyek jê nehatî girtin pirsîn.
 
Beriya çîroka Mehmed Înan were xwendin, nûnerê herêma ÎHD Mehemet Tahir Saçaklî di axaftina kirî de bal kişand ser giringiya zimanê dayîkê û diyarkir ku di di sedsala 21’an de qedexekirina Kurdî şermek mezin e.
 
Beriya were windakirin dû caran hate binçavkirin
 
Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD Omer Saman çîroka Mehmet Înan parve kir û diyarkir ku malbat li Sêrtê ye û got: “Karkerê Înşaatê Mehmet Înan zewicî û bavê 7 zarokan e. Mehmet Înan beriya di 28’ê Sibata 1994’an were windakirin di navbera dû mehan de dû caran hatibû binçavkirin û berdan.”
 
Serlêdan bê encam bûn
 
Omer Saman da zanîn ku di 28’ê Sibata 1994’an de malbata Mehmet Înan li gund dema ku lawirên xwe di çêrandin ji bo pêwîstiyên wan pêkbînin çû Sêrtê û wiha got: “Dema ku şev ne vegeriya mal, malbat bi fikar bûn. Malbata ku li kurê xwe digeriyan zanyariya ku kurê wan ji aliyê kesên bi çek ve bi zorê xistine erebeyê û revandine digrin. Bav Elî Înan di sibeha roja din de bi nivîskî serî li Serdogeriya Komara Sêrtê, Walîtî û Komutantiya Tugayê dide. Lê belê serlêdan bê encam dimîn e. Piştî windabûna Înan 4-5 mehan, polîs bav Elî Înan dibin Muduryeta Emniyeta Sêrtê. Li wêderê hinek wêneyan nîşan didin. Ên ku di wêne de yek ji wan ji aliyê bav ve nayê naskirin. Polîs bav heta saetek dereng birin malê. Tevî hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê, ji wê dîrokê ve tu agahiyek ji Mehmet Înan nayê girtin.”
 
Piştî daxuyaniya çalakiya Xizmên Windayan, bi 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû..