Kongra Star li Til Temîrê têkildarî 8’ê Adarê semîner da

  • 14:12 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re, xebat û çalakiyan dest pê kirin. Kongra Star a navçeya Til Temirê li xeta agir der barê 8'ê Adarê de semînerek da.
 
Bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bernameya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê eşkere kir.
 
Bi vê helwestê Kongra Star li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Silmasa ê ku dikeve rojavayê Til Temirê, semînerek da.
 
'Ji bo wekheviyê têkoşîneke girseyî didome'
 
Semînerê bi pirsa di 8'ê Adarê de çi qewimî dest pê kir û bi gotinên:"Newekheviya ku di maf û heqdestê jin û mêr de çêbû, hişt ku jin serhildanê li dar bixin. Li giştî welat bûyera şewitandina wan deng vede. Bi saya wê wê serhildanê jin têkoşîna xwe heta roja îro bênavber û bi awayekî girseyî didomînin" behsa dîrokçeya 8’ê Adarê hat kirin.
 
'Ocalan bi analîzên xwe bîrdoziya azadiyê diyarî hemû jinan kir'
 
Her wiha di semînerê de bal hat kişandin ser têkoşîna tevgera azadiyê, rêxistin û tevgerên jinan ên ku di serdema 21’ê de derketin û berê şoreş û daxwazên jinan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" diyar kirin û wiha hat gotin: "Şoreşa jinan a bi têkoşîna 8’ê Adarê didome, veguheriye şoreşeke cîhanî. Rêber Abdullah Ocalan jî di sala 1998’an de bîrdoziya azadiya jinan pêşkêşî jinan kir. Şoreşger Sema Yuce jî bi agirê bedena xwe û çalakiya fedayî ji jinan re bû ronahiya xilasiya ji tarîtiyê."