Nobetên Edaletê dewam dikin

  • 13:50 24 Sibat 2024
  • Rojane
AMED/WAN - Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser gelê kurd dest pê kir di roja 80'ê de ye.Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 82'yan de bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" didome.
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER'ê li Amedê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser gelê kurd dest pê kir di roja 80'ê de ye. Nobeta Edaletê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya li Rezanê dewam dike. 
 
Bal kişandin ser hilbijartinên herêmî
 
Meryem Soylu ya di çalakiyê de li ser navê dayikan axivî bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adarê de û peyama divê her kes tiştên dikevin ser milên wan bikin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Li Wanê Nobeda Edaletê 82 roj in didome
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 82'yan de bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" didome.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 82 roj in didome, 
 
Di nobeda îro de dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Îro Rêxistina Partiya Wekhevîû Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Tuşba û xebatkarên Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryenê serdana nobedê kir.