Komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dike

  • 12:45 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Til Temirê û herêma çiyayê Kizwan ê başûrê navçeyê berdewam in.
 
Komîteyên dilxwaziyê yên komkirina îmzeyan, xwebatên xwe li navçeya Til Temirê û gundên wê didomînin. 
 
Komîteyan îro li gundê Rekbe û Til Mesas li başûrê navçeya Til Temirê dest bi komkirina îmzeyan kir. Şênî bi kêfxweşî lîsteyê îmze dikin.
 
Komîteyên dilxwaziyê her roj saet di 9:00'an sibehê heta 5:00'an êvarê îmzeyan kom dikin.
 
Qamişlo
 
Li taxên Rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo û her du bajarokên wê Girbawî û Tenûriyê şêniyên Qamişlo bi girseyî  ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan imze didin. We li taxên Qamişloyê kampanya dewam bike.
 
Amûdê
 
Li navçeya Amûde jî xebatên komkirina îmzeyan berdewam dikin. Şêniyan destnîşan kir ew ê têkoşîna ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam bikin. 
 
Xebatên komkirina îmzeyan li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Komîteyên dilxwaziyê li navçeya Amûdê îmzeyan li komînên navçeyê, malan, sûkan û dikanan kom dikin.
 
Jineke temenzin ku lîste îmze kiriye got: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin di nav me de be. Em ê canê xwe gorî wî bikin û heta azad bibe em dê li qadan bin û tê bikoşin."
 
Til Hemis
 
Ev 7 roj e xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê berdewam dikin. Şêniyên îmzeya xwe didin teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Komîteyên dilxwaziyê xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Til Hemîsê didomînin. Ev 7 roj e xebatên komkirina îmzeyan berdewam in. Şênî bi taybet jinan bi kêfxweşiyeke mezin îmzeya xwe didin û destnîşan dikin ku wan di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de azadiya xwe dîtine.
 
Her wiha rûspiyê êla El Şemer Xelef Mihemed Xelef jî îmzeya xwe da.