ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 24 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Jin ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  ji bo daxwazên azadiyê bi awayekî xurt bînin ziman xwe amade dikin. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ‘Ji destpêka salên 2000’î şûnde bihara jinan dest pê kiriye. Li dijî serdestî û koletiya mêr ya seranserê dîrokê, azadiya jinan ku pêk tê’ ji bo têkoşîna azadiya jinê rojevîbûna xwe diparêze.
 
*Namzeta  hevşaredariya Hezexê ya DEM Partiyê  Turkan Kayir ku bi salan berê bi dayika xwe re ji axa xwe derketibû 39 sal şûnde vegeriya û di rêveriyên herêmî de bi îdiaye. Turkanê da zanîn ku wê jiyaneke ku hemû gel bikaribin ligel hev bijîn bi hev re ava bikin. DÎMEN HEYE
 
*Di platformek çapemeniya civakî de belgefîlma bi navê ‘Adnan’ hat weşandin û di belgefîlm de seroka TTB’ê û pispora Tipa Edlî Şebnem Korur Fîncanci hedef hat nîşandan û hewl dan îşkenceyê rewa nîşan bidin. Endama Odeya Tabîban a Îzmîrê Selma Gungor der barê mijarê de axivî û da zanîn ku kesên divê bên sûcdakririn ên îşkenceyê dikin e. DÎMEN HEYE