ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2024'AN

  • 09:00 23 Sibat 2024
  • Rojev
 
*"Bhattacharya destnîşan kir ku bi vîrusa koronayê re aşkera bûye ku kirariyên jiyanê û karên lênerînê, karê civakê ne û got tişta ku hewce pê heye polîtîkayek berifreh a li dijî rastiya serdest a mêr e."
 
*Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew dixwazin li Stenbolê bi feraseta azadiya jinê bajar biafirînin û got: “Em şaredariya Stenbolê bi dest bixin em ê pergala hevserokatiyê dîsa bikin jiyanê. Wê DEM gelek li Stenbolê bê. Gel ne bê çare ye. Ji ber DEM Partî heye. DEM Partî bi paradîgma azadiya jinê wê gelek serkeftinan bi dest bixe. Li Stenbolê dema  jinê û DEM Partiyê ye. Bang li her kesî dikim. Di bin DEM Partiyê de bên gel hev. DÎMEN HEYE
 
*Parêzvana jiyanê Fusun Kayra bal kişand ser rewşa Lîcîkê ya ku hatiye dorpêçkirin û got: “Lîcîk ezmûna aktîvîstên ekolojiyê ye. Di pêvajoya ku qirkiririna ekolojiyê ya herî mezin hat jiyîn divê her kes li vir bûna.” BI DÎMEN 
 
* Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu derbarê Mîtînga Azadî û Demokrasiyê ya ku wê 25’ê Sibatê de li Qada Esenyurtê pêk bînin banga tevlibûnê kir wiha got: “Hatina gel hev a gelên Tirkiyeyê, tê wateya ku çareseriya pirsgirêka kurd tê ziman û rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê divê hemû gelên Tirkiyeyê, kedkar û karker 25’ê Sibatê de li Esenyurtê bin.” BI DÎMEN 
 
*Dayika Aştiyê Besna Gunay a di Nobeta Edaletê de cih digire, Meşa Azadiyê nirxand û got: “Li dijî zext û zilmê meşiyan. Çûn li ku derê mirov jî bi wan re meşiyan. Yên bi wan re meşiyan, wekhevî, azadî û edelet qêriyan.” BI DÎMEN 
 
*Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Jiyan Berkel bal kişand ser têkoşîn û xebatên li taxa Şêx Meqsûdê kirine û wiha got:"Di şer de me dev ji têkoşîna xwe berneda. Wexta şer sivik bû jî me dibistanên xwe ava kirin û zimanê xwe perwerde da. Li dijî êrişên li ser Şêx Meqsûdê me dev ji têkoşîna xwe berneda. " DÎMEN HEYE