DEM Partiyê li navçeya Rezan buroya hilbijartinê vekir

  • 20:29 22 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de li navçeya Rezan a Amedê buroya hilbijartinê vekir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de li navçeya Rezan a Amedê buro vekir. Tevgera Jınen Azad (TJA), Parlametnera  DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên şaredariya Amedê, dayikên aştiyê û welatî tevli bûn.
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku azadya gelê Kurd azadiya Rojhilata Navîn eû divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê jibîrkirin.
 
Namzeta hevşaredariya Rezan Leyla Ayaz jî dayikên nobeta edaletê de silav kir û daxuyakirin ku baweriya wan bi Rezan heye bi Amedê heye.
 
Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Amedê Dogan Hatun jî  axivî û da zanîn ku divê hemû welatî tevli xebatan bibin.
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin