Der barê Dayikên\Mirovên Şemiyê de qedexeya siyasî hat xwestin

  • 19:13 22 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL- Der barê Dayikên\Mirovên Şemiyê de ji ber sedem çalakiya hefteya 950’emîn de biryara darizandinê hat dayîn û runiştina ewil wê di 27’ê Sibatê de li 39’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê bê dîtin.
 
Der barê Dayikên\Mirovên Şemiyê ku  li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe çalakiya runiştinê pêk tînin, biryara qedexeya siyasî hat xwestin. Dozger, der barê dayikên şemiyê yên di çalakiya hefteya 941’emîn a di 23’ê Nîsan a2023’an hatibûn binçavkirin diyar kiribû ku civîn û xwepêşendan mafên fik rû ramanê ye.Li aliyê din dozgeriyê jib o çalakiya hefteya 950’emîn de heman îfade bikarneanî û xwest 
 
ji ber çalakiya hefteya 950’emîn bên darizandin.
 
Dozger îdianame der barê hefteya 950’emîn de amade kir û xwest dayik-mirovên şemiyê bên darizandin.
 
Doza ewil wê di 27’ê Sibatê de li 39’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê bê dîtin.