Li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê hatin vekirin

  • 19:10 22 Sibat 2024
  • Rojane
SÊRT - DEM Partiyê li navçeya Xana Hawêl û bajaroka Ziyaretê buroyên hilbijartinê vekir. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ku dê 31’ê adarê de bê kirin, li navçeya Xana Hawêl û bajaroka Ziyaretê buroya hilbijartinê vekir. Tevî baran û şiliyê jî gelê Xana Hawêl û Ziyaretê tev li vekirina buroyan bû û kêliyên rengîn derketin holê. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Meclisa Dayikên Aşitiyê, namzetên hevşaredariyê yên Xana Hawêl Sumeyye Karasû û Şefîk Gunel, namzetên hevşaredariyê yên Ziyaretê Berfîn Evren û Enes Cengîz, hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn û gelek kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. 
 
Di vekirina buroyan de hevserokê DEM Partiyê Eşref Tekîn axaftinek kurt kir û da zanîn ku li dijî polîtîkayên wan yên îmha, înkar û tunehesibandinê divê li Kurdistanê serkeftineke mezin bê bidestbixin. 
 
Parlementer Sabahat Erdogan Saritaş jî axivî û bal kişand ser giringiya hilbijartinên herêmî. Sabahatê diyar kir ku dê gelê Xana Hawêl û Ziyaretê hişmendiya qirêj ya gelê kurd tune dihesibîne ji bajar û bajarokên xwe derxe. Sabahatê, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Gelek hevalên me di girtigehan de dîl girtîne. Serokê gelê kurd di Gireva Îmraliyê de dîl girtî ye û bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye. Tekoşîna me ji bo wan e. Em ê hilbjartinan de jî bersiveke xurt bidin.”