Li Pîranê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 15:28 22 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
 
AMED - DEM Partiyê li Pîranê buroya hilbijartinê vekir. Di axaftinên vekirinê de banga yekîtiyê hat kirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê didomîne. DEM Partiyê li navçeya Pîran  ya Amedê buroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirinê gelek kes bi wesayitên xwe di ketina navçeyê de li hev civiyan û heta buroya hilbijartinê konvoyek ava kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakık Tekin, Namzedê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Namzetên Hevşaredariyê yên Pîranê Aysel Baran û Haci Akengin, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî vekirinê bûn.
 
Girseya gel li gel stranên hilbijartinê li ber buroya hilbijartinê li hev kom bûn.
 
'Tu astengiya ku em derbas nekin tune ye'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê yaAmedê Pinar Sakik Tekîn, di merasîma vekirinê de ku tevî barana zêde jî gelek kes amade bûn de axivî û got, "Ew coş û kelecana ku we afirand, hêzê dide me ku em ber bi hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ve diçin. Tu astengiyek ku em nikaribin bi vê hêzê derbas bikin tune ye. Em partiya ku dixwaze hemû çand bi hev re bijîn e, em li dijî yekperestiyê ne."
 
'Dema yekîtiyê ye'
 
Namzetê Hevşaretiyê yê Pîranê yê Partiya DEM'ê Haci Akengin ku piştre mafê axaftinê girt got, "Em ê şaredariya xwe ji qeyûman bigirin û bixin xizmeta gel." Aysel Baran jî got, “Li şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Destkeftiyên me hatin desteserkirin. Em ê destkeftiyên xwe paşve bigirin û sindoqan biparêzin. "Dem dema yekitiyê ye,"
 
'Armanc ne xizmeta gele, tinekirina ge le'
 
Herî dawî di vekirinê de Namzedê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê yê DEM’ê Dogan Hatun axivî û got, “Pîran di nava du bendavan de ye, lê ava vexwarinê li malan tune ye. Mafê her kesî yê avê heye. Ger em bi ser bikevin, bi gelê xwe re bixebitin, em ê avê bigihînin malên Pîranê. Dixwazin vîna gelê Kurd ji holê rakin. Armanca wan ne xizmeta gel e, tinekirina gel e. Gelê me aştiyê dixwaze, xizmetê dixwaze. Em ji hevalên xwe yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne re silavan dişînin.
 
Li dû axaftinan buro hat vekirin û esnaf hatin ziyaretkirin,. Serdan bi dirûşmeyên "Pîran bi te serbilind e" bi dawî bû.