Doza parlamenterên berê hat taloqkirin

  • 15:09 22 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 7 parlamenteran hat taloqkirin. 
 
Ji ber daxuyaniya di 12’ê mijdara 2015’an a di dema qedexeya derketina kolanan de ya li navçeya Farqîn a Amedê, derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlên Koma HDP’ê yên berê Îdrîs Baluken û Çaglar Demîrel û parlamenterên HDP’ê yên berê Altan Tan, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Alî Aslan û Saadet Becerîklî de doz hatibû vekirin. Danişîna 7’an a dozê hat lidarxistin. 
 
Doz bi îdiayên “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dan”, “Ji ber peywira dike heqaret li peywirdarê cemaweriyê kir” û “heqaret li serokkomar kir” hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Farqînê hat lidarxistin. Siyasetmedar tevli danişînê nebûn û parêzeran jî hincet nîşan dan û tevli nebûn. Danişîna dozê taloqî 9’ê gulanê hat kirin.