Li Qelqelî û Seravê eleqya ji bo DEM Partiyê zêde ye

  • 14:52 22 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
 
WAN - Di vekirina buroyên  DEM Partiy yên li navçeyên Qelqelî û Seravê de ji bo namzedên hevşaredariyê eleqeyeke mezin hebû. Namzedên ku di vekirinan de axivîn soza ku dê şaredariyan bikin şaredariyên gel dan.
 
Vekirina buroyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de didomin. Gelek welatî beşdarî vekirina buroyên li navçeyên Qelqelî  û Sereyê ku hatin vekirin bûn.  Di vekirina buroyê de ku ewil li Qelqeliyê hat lidarxistin, girseya gel ku di nav de namzedên hevşaredariyê yê û parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî hebûn di ketina navçeyê de bi konvoyeke dirêj ber bi navenda navçeyê ve çû. Girseya ku di rê de piştgiriyeke mezin ji welatiyên derdorê girt, li navenda bajêr bi coşeke mezin bi gel re bû yek. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî namzedan dan.
 
Li hemberî tecrîdê bertek
 
Di axaftinên li du deqeyeke rêzgirtinê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Di axaftinan de grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin, hatin silavkirin, banga piştgiriyê hate kirin û hat diyarkirin ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Welatiyan di axaftinan de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
'Em ê qeyûman bişînin malên wan'
 
Namzedê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, diyar kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û diyar kir ku Kurdan zehmetiyên mezin dîtin lê li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan dan. Ebdullah diyar kir ku ew ê bi piştgiriya gel Wan û navçeyên wê bi dest bixin û got, “Em ê qeyûman bişînin malên wan. Em ê dîsa şaredariyan bikin şaredariyên gel. Em ê bi hev re tevbigerin û hemû pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin."
 
'Tecrîd pirsgirêka her kesî ye'
 
Parlamentera DEM'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigît jî bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û got ku paradîgmaya wî hêviya gelan e. Gulcanê, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka her kesî ye û divê em bi hev re li dijî vê pirsgirêkê bisekinin û bal kişand ser têkoşînê. Gulcan, bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî û diyar kir ku heta perwerdehiya bi Kurdî neyê dayîn dê têkoşîna xwe bidomînin û bang li her kesî kir ku zimanê Kurdî biparêzin.
 
Namzetên Hevşaredar ên Qelqeliyê Sakîne Kutpinar û Ecevît Ceylanci jî mafê axaftinê girtin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şermezar kirin. Piştre jî namzetan behsa projeyên xwe kirin û bang li raya giştî kirin ku piştgiriyê bidin wan.
 
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê qurdeleya deriyê buroyê birîn û buro vekirin.
 
seravê
 
Piştre heyet bi konvoyê çû Seravê û li wir bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Welatiyên ku cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn demeke dirêj govend gerandin. Li vir jî rojeva axaftvanan çalakiyên li dijî tecrîda girankirî yê li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bû.
 
Namzetên Hevşaredar ên Seravê Fîlîz Ozturk û Davut Acar diyar kirin ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan namzed in û soza xwe anîn ziman. Namzetan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna li dijî qeyûman polîtîkayên qeyûman têk bibin, di vê mijarê de ji raya giştî piştgirî xwestin.
 
Piştî axaftinan buro bi coşeke mezin hat vekirin.