‘Her faliyeta di çarçoveya ÇEDES’ê de sûc e’

  • 09:02 22 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
Nazlican Nûjin Yildiz
 
ÎZMÎR - Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fîlîz Eraslan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê zîhniyeta yekparêz bi projeyên ÇEDES’ê li dibistanan pêk tîne û got: “Hemû faliyetên çarçoveya ÇEDES’ê de tên kirin sûc in. Divê li dijî ÇEDES’ê malbat û kedkarên perwerdê têbikoşin.”
 
Protokola projeya Ez ji bo Derûdora xwe Bihîstiyar im, li Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim (ÇEDES) ya ji aliyê Wezareta Perwerde, Sreokatiya Karê Diyanet û Wezareta Ciwan û Sporê ve bi awayekeî hevpar tê meşandin, tevî hemû bertekan pêk tê. Wezareta Perwerdê di hevdîtinên bûdçeyê de gotibû tarîkat her yek rêxistinên civaka sivil in û wê têkilî û protokolên wan bidomin. Di çarçoveya ÇEDES’ê de li dibistan û cihên derveyê dibistanan pêkanînan dest pê kir. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê li Dibistana Navîn a Nurs ji bo xwendekarên pola 7’an  bi armanca ‘fêkirina îbadeta hec’  maketek ku Kabeyê temsîl dike li polan hat bicihkirin. Xwendekaran li dora vê makete provaya kevirkirina şeytîn kirin. Bêguman pêkanîn bi vê sînor nînin. Li bajarên cuda yên Tirkiyeyê xwendekaran dibin mizgeftan. Li Şarkişlayê xwendekarên temenê awn 5 salî yên li dibistqana navîn ya Kenan Tunakan birin mizgeftê. Midûriyeta Perwerdê ya Çekmekoy a Stenbolê jî  xwendekar di bin navê ‘bi hev re berbi aramiyê’ rakirin nimêjê.
 
Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fîlîz Eraslan derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
Diyanet mîhrîcanê plan dike
 
Fîlîzê got tiştên wezareta perwerdê dike ji niyeta îdeolojîk serbixwe nîne û got: “Em der barê ÇEDES’ê de niyetek baş nabînin. Di projeyê de pirsgsirêk hene. Navendên ciwanan yên girêdayê diyaenetê hene û navendên ciwanan yên wezareta sporê jî hene. Çi li navendên diyanetê tê kirin dertê holê. Ji xwe piştî îmzekirin ÇEDES’ê navendên wan dertên holê. Midûriyetên pewerdê yên navend û navçeyan destûr bidin hemû bernameyan dibin wan cihan. Çine ev bername? Bernameya paqijiya mizeft û goristanan. Mîhrîcanek tê plankirin, diyanet plan dike. Naverok ne diyare.”
 
Xetereya ‘xwişk’ û ‘bira’
 
Fîlîzê, da zanin ku bi ÇEDES’ê re li dibistanan ‘xwişk’ û ‘bira’ hatine pewyirdarkirin û wiha vegot: “Kesên hatin peywirdarkirin wê li gorî çi mînak bên girtin em nizanin. Ev rewş divê bê lêpirsînirin. Ev rewş bi fikare. Bi xetere. Me berê xwişktî, biratî dît. Me aqûbeta zarokên xwe yên teslîmê wan kirin dît. Binpêkirin çêbûn. Zext û zor çêbûn. Em ê zarokên xwe teslîmê kesên ku feromasyona wan ya fedagojîk tune bikin. Ya herî bi xeter jî ev e.”
 
‘Hemû dibistan veguhertine Îmam Hatîban’ 
 
Fîlîzê di berdewamiyê de diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê zîhniyeta yekparêz bi projeyên ÇEDES’ê li dibistanan pêk tîne û got: “Bi Îmam Hatîban ev nekirin û bi sînor man. Bi ser neketin. Li her derê Îmam Hatîp vekirin. Her dibistan veguhertin Îmam Hatîban. Niha bi protokolek wisa hatin. Li Îzmîrê ji bo 842 dibistanî mele hatin tayînkirin. ÇEDES li dijî rêgeza laîkbûnê ye. ÇEDES li dijî destura bingehîn û Qanûna Esas a Perwerdehiya Neteweyî ye. Bi vê projeyê xwendekarên ji baweriyên cuda wê xwe cuda bibînin, hîs bikin. Armanca AKP-MHP’ê ev e ku îdeolojiya xwe li ser yek ol, yek nîjad, yek mezheb, yek netew dimeşîne. Wezarî  Perwerdê bi saya tarîkatan bû wezîr. Ev bi deve xwe got.”
 
‘Divê em têbikoşin’
 
Fîlîzê daxuyakirin ku li gelek bajaran platform hatine avakirin û li Îzmîrê jî hatiye avakirin û wiha dawî lê anî: “Çend sendîka, komele, rêxistin hene. Lê têr nake. Divê rêxistin hîn mezintir be. Ji bilî rêxistinbûnê rêbazek din tuneye.  Hemû faliyetên çarçoveya ÇEDES’ê de tên kirin sûc in. Divê li dijî ÇEDES’ê malbat û kedkarên perwerdê têbikoşin.”