Li Tirbespiyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze tên komkirin

  • 15:13 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Tibespiyê tevlêbûneke xurt ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye.
 
Di çarçoveya kampanyaya ku di 9’ê Sibatê de dest pê kiriye, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê komîteyên komkirina îmzeyan a ji meclis, komîn û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan pêk tê, dest bi komkirina îmzeyan kir.
 
Komîteyên komkirina îmzeyan armancên kampanyayê ji şêniyan re dane nasîn. Şêniyan pêşwaziya komîteyan kir û îmzeyên xwe dan.
 
Komkirina îmzeyan piştî ku li navenda navçeya Tirbespiyê bi dawî bibe dê li ser asta 4 bajarokên navçeyê dewam bike.