Li Tirbespiyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze tên komkirin 2024-02-20 15:13:44       NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Tibespiyê tevlêbûneke xurt ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye.   Di çarçoveya kampanyaya ku di 9’ê Sibatê de dest pê kiriye, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê komîteyên komkirina îmzeyan a ji meclis, komîn û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan pêk tê, dest bi komkirina îmzeyan kir.   Komîteyên komkirina îmzeyan armancên kampanyayê ji şêniyan re dane nasîn. Şêniyan pêşwaziya komîteyan kir û îmzeyên xwe dan.   Komkirina îmzeyan piştî ku li navenda navçeya Tirbespiyê bi dawî bibe dê li ser asta 4 bajarokên navçeyê dewam bike.