Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam dikin

  • 16:14 17 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN/EDENE-Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER'ê dest pê kir di roja 76'an de dewam dike. Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleyê û gelek welatî tevli nobeta îro bûn. Di nobetê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Çalakiyê bi kilamên dayin dewam kir. 
 
Edene
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya AATUHAY-DER'ê li Edeneyê dest pê kir di roja 76'an de dewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tevli çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hat daliqandin. Her wiha çalakvanan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.