Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam dikin 2024-02-17 16:14:43       MÊRSÎN/EDENE-Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam kirin.    Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER'ê dest pê kir di roja 76'an de dewam dike. Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleyê û gelek welatî tevli nobeta îro bûn. Di nobetê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Çalakiyê bi kilamên dayin dewam kir.    Edene   Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya AATUHAY-DER'ê li Edeneyê dest pê kir di roja 76'an de dewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tevli çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hat daliqandin. Her wiha çalakvanan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.