Li Wan û Êlihê Nobedên Edaletê

  • 16:04 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN/ÊLIH - Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 69'an de û li Êlihê jî di roja 11'an de bi serdanan dewam kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 69. de ye. Nobeda ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) hat lidarxistin, ji aliyê Rêxistina DEM Partî ya Navçeya Rêya Armûşe û endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî  ya Wan ve hat ziyartkirin. Di çalakiya li wir de jî peyama  peyam girtiyan hat xwendin.
 
Êlih
 
Çalakiya bi pêşengiya TUAY-DER'ê ya Êlihê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 11'emîn de dewam kir. Dayikan behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kirin. Nameya girtiyên ji girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê şandibûn hat xwendin.