Li Wan û Êlihê Nobedên Edaletê 2024-02-11 16:04:59     WAN/ÊLIH - Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 69'an de û li Êlihê jî di roja 11'an de bi serdanan dewam kirin.    Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 69. de ye. Nobeda ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) hat lidarxistin, ji aliyê Rêxistina DEM Partî ya Navçeya Rêya Armûşe û endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî  ya Wan ve hat ziyartkirin. Di çalakiya li wir de jî peyama  peyam girtiyan hat xwendin.   Êlih   Çalakiya bi pêşengiya TUAY-DER'ê ya Êlihê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 11'emîn de dewam kir. Dayikan behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kirin. Nameya girtiyên ji girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê şandibûn hat xwendin.