Nobeta Edaletê ya Wanê: Em ê çalakiyan mezin bikin

  • 16:57 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike. 
 
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya ji aliyê TUHAY-DER'ê ve hat destpêkirin di roja 59'an de dewam dike. Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê danî destpêkirin de banga xwedîderketina li çalakiyê hat kirin. 
 
Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetin Uyar bal kişand ser Meşa Azadiyê û got ji bo azadiya gelê kurd ew ê têkoşîn û çalakiyan mezin bikin. 
 
Piştre jî namzeta şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay jî bal kişand ser Meşa Azadiyê ya li Wanê hat destpêkirin û got heta tecrîd têk biçe wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Nobetê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.