Nobeta Edaletê ya Wanê: Em ê çalakiyan mezin bikin 2024-02-01 16:57:26     WAN - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike.    Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya ji aliyê TUHAY-DER'ê ve hat destpêkirin di roja 59'an de dewam dike. Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê danî destpêkirin de banga xwedîderketina li çalakiyê hat kirin.    Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetin Uyar bal kişand ser Meşa Azadiyê û got ji bo azadiya gelê kurd ew ê têkoşîn û çalakiyan mezin bikin.    Piştre jî namzeta şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay jî bal kişand ser Meşa Azadiyê ya li Wanê hat destpêkirin û got heta tecrîd têk biçe wê têkoşîna xwe bidomînin.    Nobetê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.