Ji Nobeta Edaletê banga mezinkirina têkoşînê

  • 15:27 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin berdewam dike.
 
ANYAKAY-DER, Rêxistina DEM Partiyê ya Buyukçekmece, rêveberên MATUHAYDER'ê û gelek welatî çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê. 
 
Ji rêveberên ANYAKAYDER'ê Halim Dogan da zanîn divê ew bi hev re tevli serkeftina bi nav û deng bibin û got ji bo em bi ser bikevin divê em têbikoşin. 
 
Çalakiyê bi tilîliyan, bi gotina stranan dewam kir.