Ji Nobeta Edaletê banga mezinkirina têkoşînê 2024-02-01 15:27:19     STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin berdewam dike.   ANYAKAY-DER, Rêxistina DEM Partiyê ya Buyukçekmece, rêveberên MATUHAYDER'ê û gelek welatî çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê.    Ji rêveberên ANYAKAYDER'ê Halim Dogan da zanîn divê ew bi hev re tevli serkeftina bi nav û deng bibin û got ji bo em bi ser bikevin divê em têbikoşin.    Çalakiyê bi tilîliyan, bi gotina stranan dewam kir.