Nobeta Edaletê ya Mêrsînê di roja 57'an de ye

  • 16:56 29 Çile 2024
  • Rojane
MÊRSÎN - Nobeta Edaletê ya Mêrsînê bi peyama bila tecrîd têk biçe di roja 57'an de dewam kir. 
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya komeleyê di roja 57’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel jî tev li çalakiyê bû û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Çalakiya ku tevahiya rojê bi serdanan piştgiriya wê hate kirin, bi klamên ku dayikan gotin berdewam kir.