Nobeta Edaletê ya Mêrsînê di roja 57'an de ye 2024-01-29 16:56:39   MÊRSÎN - Nobeta Edaletê ya Mêrsînê bi peyama bila tecrîd têk biçe di roja 57'an de dewam kir.    Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya komeleyê di roja 57’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel jî tev li çalakiyê bû û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Çalakiya ku tevahiya rojê bi serdanan piştgiriya wê hate kirin, bi klamên ku dayikan gotin berdewam kir.