Rojnameger Sofya Alagaş hat berdan

  • 15:24 29 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta tê de bû hat sekinandin hat binçavkirin hat berdan.
 
Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta têde bû hat sekinandin û hat binçavkirin, îro hat berdan. Sofya ku bi hinceta dosya dîroka wê 2011’an a 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat binçavkirin, ji bo îfadeyê ew birin Qerekola Sînanli ya Bismil a Amedê. 
 
Îro piştî biryara rakirina girtinê ya dadgehê Sofya serbet hat berdan.