Rojnameger Sofya Alagaş hat berdan 2024-01-29 15:24:50   AMED - Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta tê de bû hat sekinandin hat binçavkirin hat berdan.   Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta têde bû hat sekinandin û hat binçavkirin, îro hat berdan. Sofya ku bi hinceta dosya dîroka wê 2011’an a 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat binçavkirin, ji bo îfadeyê ew birin Qerekola Sînanli ya Bismil a Amedê.    Îro piştî biryara rakirina girtinê ya dadgehê Sofya serbet hat berdan.