Namzetên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn

  • 20:43 25 Çile 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê di pêşhilbijartinên li bajarokên Dêrgulê, Gundikê Mele û Deşta Darê hatin kirin de namzetên hevşaredariyê yên mêr diyar bûn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Şirnexê beriya hibijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de pêk bên li sê bajarokên girêdayê Şirnexê pêşhilbijartin pêk anîn.Li Dêrgûl, Gûndikê Mele û Deşta Darê pêşhilbijartin pêk hatin.
Namzet diyar bûn
 
Li Dêrgûlê Ferît Altuç, li Gûndikê Melê Asker Gunduz û li Deşta Darê Fahretîn Akman ji bo namzetiyê hatin diyarkirin. 
 
Namzetên jin jî wê piştre bên diyarkirin.