Namzetên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn 2024-01-25 20:43:15   ŞIRNEX - Li Şirnexê di pêşhilbijartinên li bajarokên Dêrgulê, Gundikê Mele û Deşta Darê hatin kirin de namzetên hevşaredariyê yên mêr diyar bûn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Şirnexê beriya hibijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de pêk bên li sê bajarokên girêdayê Şirnexê pêşhilbijartin pêk anîn.Li Dêrgûl, Gûndikê Mele û Deşta Darê pêşhilbijartin pêk hatin. Namzet diyar bûn   Li Dêrgûlê Ferît Altuç, li Gûndikê Melê Asker Gunduz û li Deşta Darê Fahretîn Akman ji bo namzetiyê hatin diyarkirin.    Namzetên jin jî wê piştre bên diyarkirin.