Meşa Dirêj di roja çaremîn de didome

  • 18:50 25 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir.
 
Meşa dirêj a 25 rojan ku ji paytexta Fransa Parîsê ber bi Strasboûrgê ve destpê kir, li bajarê Vannes ê Fransayê di roja 4’emîn de berdewam kir.
 
Meş li gorî saeta herêmî saet 13:00’an destpê kir heta saet 16:00’an Gambettayê berdewam kir. Çalakgvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û esnafan derdorê belav kirin. Çalakvanan esnaf û saziyên Fransayê jî ziyaret kirin û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.
 
Çalakvanan di tevahiya meşê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bênavber dirûşm berz kirin û ji bo agahdarkirina gelê Fransa yê bi hoparloran daxuyanî dan.
 
Piştî meşê çalakvan û dostên Kurdan bi coş û îradeya xwe li Qada Gambttayê li ber stranîn Kurdî govend gerandin.
 
Piştre jî weke bajarên berê qertên ku hatibûn îmzekirin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de ye, şandin.
 
Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û fînala wê di 17ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk bê û qonaxa roja Înê jî li Nantesê bê lidarxistin. Li Nantesê jî saet di 18:00 de civîneke gel û konsereke muzîkê wê bê lidarxistin.