Meşa Dirêj di roja çaremîn de didome 2024-01-25 18:50:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir.   Meşa dirêj a 25 rojan ku ji paytexta Fransa Parîsê ber bi Strasboûrgê ve destpê kir, li bajarê Vannes ê Fransayê di roja 4’emîn de berdewam kir.   Meş li gorî saeta herêmî saet 13:00’an destpê kir heta saet 16:00’an Gambettayê berdewam kir. Çalakgvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û esnafan derdorê belav kirin. Çalakvanan esnaf û saziyên Fransayê jî ziyaret kirin û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.   Çalakvanan di tevahiya meşê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bênavber dirûşm berz kirin û ji bo agahdarkirina gelê Fransa yê bi hoparloran daxuyanî dan.   Piştî meşê çalakvan û dostên Kurdan bi coş û îradeya xwe li Qada Gambttayê li ber stranîn Kurdî govend gerandin.   Piştre jî weke bajarên berê qertên ku hatibûn îmzekirin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de ye, şandin.   Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û fînala wê di 17ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk bê û qonaxa roja Înê jî li Nantesê bê lidarxistin. Li Nantesê jî saet di 18:00 de civîneke gel û konsereke muzîkê wê bê lidarxistin.