Xwendekarên Efrîn û Şehbayê êrîş şermezar kirin

  • 21:36 18 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê êrişên Tirkiyeyê yên li hember herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabin.
 
Xwendekarên Peymana Tenduristî û Peymana Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera destpêkirina êrişên Tirkiyeyê yen li hember Efrînê daxuyaniyek dan û êriş şermezar kirin.
 
Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêmê Mihemed Mihemed û Bêrîvan Elî li pêş avahiya Peymangeha Tenduristiyê ya li navçeya Ehdasê bi beşdariya endamên her du peymangehan daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara diyar kir ku êrişê Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û bombebarankirina binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabe.