Xwendekarên Efrîn û Şehbayê êrîş şermezar kirin 2024-01-18 21:36:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê êrişên Tirkiyeyê yên li hember herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabin.   Xwendekarên Peymana Tenduristî û Peymana Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera destpêkirina êrişên Tirkiyeyê yen li hember Efrînê daxuyaniyek dan û êriş şermezar kirin.   Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêmê Mihemed Mihemed û Bêrîvan Elî li pêş avahiya Peymangeha Tenduristiyê ya li navçeya Ehdasê bi beşdariya endamên her du peymangehan daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara diyar kir ku êrişê Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û bombebarankirina binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabe.