Kongra Star: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê li biryara xwe vegere

  • 10:37 25 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir biryar wek erêkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye û destnîşan kir ku divê komîte li biryara vegere.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 17’ê Îlonê de biryar dabû ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025'an bişopîne. Meclîsa Kongra Star têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji 26 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de raber dike, bersiva siyaseta qirkirina siyasî, leşkerî û çandî ye ku rejîmên cîhanê yên hegemon û alavên wê li ser herêmê dimeşînin. Di serî de rejîma Erdogan, li dijî Gelê Kurd û gelên banga azadiyê dikin, van binpêkirinan dimeşînin. Rêber Abdullah Ocalan teoriya neteweya demokratîk û konfederaliya Rojhilata Navîn a demokratîk pêşkêş kir, azadiya jinan û rola wan ya teware û sereke wek bingeha pêkanîna civaka polîtîk-exlaqî dît. Li gorî girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a pêşkêşkirina çareyên bingehîn ji pirsgirêk û aloziyan re, her wiha ji bo xizmeta tevahî mirovahiyê, pêngava navneteweyî ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hat destpêkirin. Lê pergala îşkence û tecrîdê ya li dijî Rêbertî bi bihane û hincetên derew tu têkiliya xwe bi nirxên mirovî û prensîbên mafên mirovan re tune ye. Ew yek nîşaneya zîhniyeta faşîst û destpotiya AKP-MHP'ê ye.
 
Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku piştî civîna di 17'ê Îlonê de li ser pergala îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye dayîn ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025'an bişopîne, mîna erêkirineke tiştên li Îmraliyê e.
 
Em Meclisa Kongra Star, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li biryara xwe vegere, her wiha bang li civata navneteweyî, NY'yê û saziyên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe li hember binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên û 'mafê hêviyê' rabin.
 
Her wiha em bang li tevahî hêzên sosyalîst, demokratîk, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku tev bigerin û bi rêya piştgirî û beşdarbûna aktîf li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna hevbeş xurt bikin. Her wiha em tevgera Kongra Star, em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.”