Li Bazidê zarokek bi guman birîndar bû

  • 18:47 17 Çile 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Li Bazidê zarokek di valahiya asansorê de bi guman birîndar hat dîtin.
 
Li Bazid a Agiriyê zaroka bi navê N.D di valahiya asansorê de bi guman birîndar hat dîtin. Kesên ku zarok dîtin agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê. Zaroka ji valahiya asansorê hat derxistin birin Nexweşxana Dewletê ya Bazidê.
 
Der barê bûyerê de serdozgeriya komarê ya Bazidê lêpirsîn da destpêkirin.