Li Bazidê zarokek bi guman birîndar bû 2024-01-17 18:47:07   AGIRÎ - Li Bazidê zarokek di valahiya asansorê de bi guman birîndar hat dîtin.   Li Bazid a Agiriyê zaroka bi navê N.D di valahiya asansorê de bi guman birîndar hat dîtin. Kesên ku zarok dîtin agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê. Zaroka ji valahiya asansorê hat derxistin birin Nexweşxana Dewletê ya Bazidê.   Der barê bûyerê de serdozgeriya komarê ya Bazidê lêpirsîn da destpêkirin.