Li Amedê 34 roj in Nobeda Edaletê didome

  • 15:06 6 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatî destpêkirin li Amedê di roja 34'an de didome. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” ji bo piştevaniyê kampanyayê li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.  
 
Çalakiya ku li Amedê di 4'ê Kanûna 2023'yan de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezanê dest pê kir 34 roj in didome. Îro parlamenterên DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê serdana çalakiyê kirin. 
 
Yasemîn Uçer a ku hat serdana çalakiyê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro 34'emîn roj in nobed didome. Heta bi dawî kirina tecrîdê û dê têbikoşîn. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."