6 siyasetmedarên jin li Mêrdînê hatin bîranîn

  • 13:54 6 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Di bîranîna 6 şoreşgerên jin ên li Parîs û Sîlopiyayê hatin qetilkirin de parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş axivî û got: "Çawa ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Birêz Ocalan komploya navneteweyî pêk hat, di 9'ê Çile de jî li hemberî jinên kurd û siyasetmedarên kurd komploya navneteweyî hate organîzekirin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Sîlopiya Şirnexê di 4ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin, bernameya biranînê li dar xist. Di bîranîna ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Mêrdînê hat lidarxistin de, Hevseroka Komeleya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê Gurbet Tekîn, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin tevlî bernameyê bûn. 
 
Bername bi rêzgirtinê destpêkirin û piştre derbarê jiyan û têkoşîna 6 şoreşgerên jin de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
Di bernameya biranînê de hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn axivî û got: "Têkoşîna wan ji bo aştî, azadî û yekitiyê bû. Rêwiyên heqîqetê bûn. Min hevaltiya Sêvê û Fatmayê kir. Malbata Sêvêyê ji ber zilma dewletê koçber bibûn. Sêvê di sala 2012’yan de li girtîgehê di greva birçîbûnê de bû. Piştî ku ji girtîgehê derket li cihê mayî de têkoşîna xwe berdewam kir. Her gavên wan şoreşgeran ji bo azadiya jin û civakê bû." 
 
Parlamenter Bêrîtan Guneş jî bal kişand ser qetlîama Parîsê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema ku Birêz Ocalan pêvajoya çareseriyê didomand qetlîam pêk hat. Kesên ku 100 sal in naxwazin pirsgirêk bê çareserkirin dîsa heman tiştî li Parîsê kirin. Hewldan ku hevdîtinên ji bo aştiyê tên kirin asteng bikin. Çawa di 9'ê Cotmehê de li hemberî Birêz Ocalan komployeke navneteweyî hat kirin di 9'ê Çileyê de li hemberî siyasetmedarên kurd komployeke navneteweyî hat kirin û hatin qetilkirin. Berxwedana heval Sara ya ku li Girtîgeha Amedê pêk hat heta îro jî li tevahiya girtîgehan berdewam dike. 41 roj in girtî greva birçîbûnê didomînin. Em çalakiya girtiyan silav dikin." 
 
Piştî axaftinan bernameya bîranîn bi dawî bû.