Ji bo meşa der barê komkujiyên Parîsê de bang

  • 19:02 5 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Tevgera Azadiya Civaka Kurd a Ewropayê ji bo meşa girseyî ya ku wê sibe li Gare du Nordê bê lidarxistin banga hesabpirsîna komkujiyên Parîsê kirin.
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCDK-E) Engîn Sever, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Dîlan Amed û Serokê Konseya KCDK-E Mûrat Ceylanji bo beşdariya meşa navendî ya ku dê sibê bi pêşengiya TJK-E li Parîsê bê lidarxistin peyamên dîtbarê weşandin û banga tevlîbûnê li her kesî kirin.
 
Kurd li Parîsê du caran hatin kuştin
 
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku  di sala 11’emîn a Komkujiya Parîsê de ne û wiha got: “ Kurd li Parîsê du caran hatin qetilkirin. Gelê Kurd 11 sal in vê yekê şermezar dike û li qadan li ber xwe dide. Li Gare du Nordê di 6’ê Çileyê de ji bo protestokirina hedu  komkujiyan meşek girseyî tê lidarxistin. Ji 7 salî heta heftê salî werin li hemberî van komkujiyan em têkoşîna xwe mezin bikin, xwedî şehîdên xwe derkevin û komkujiyên li ser axa Kurdistanê diqewimîne protesto bikin
 
‘Em ê kolanên Parîsê asê bikin
 
Endama TJK-E’yê Dîlan Amed destnîşan kir ku weke gelê Kurd ê li Fransayê dijîn û dostên wan wan bersiva xwe dane Komkujiya 23’yê Kanûnê.  Dîlanê wiha berdewam kir: “Em hemû jin, ciwan û gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn vexwînin meşa ku em ê di 6'ê Kanûnê de li dar bixin û komkujiya 9'ê Çileya 2013'an şermezar bikin. Bi fermana dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Erdogan 3 hevalên me yên jin şehîd bûn. Werin em dengê xwe ji bo gelên Kurdistanê û Rêber Apo û ronîkirina komkujiyên Parîsê bilind bikin. Ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan em kolanên Parîsê asê bikin. Em ji dewleta Parîs re bêjin, “Eger hûn naxwazin bibin alîgirê komkujiyan, divê hûn van komkujiyan ronî bikin û bersivê bidin gelê Kurd.”
 
‘Werin em soza xwe bînin cih’
 
Serokê Konseya KCDK-E Mûrat Ceylan jî ev nirxandin kir: Di nava 10 salan de li Parîsê 2 caran em hatin qetilkirin. Em li vir di şexsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr, Abdûrrahman de hatin qetilkirin. Dijminên Kurd dixwestin pêşî li fikrên Rêber Apo bigirin. Rêber Apo got, ev êrîş li ser xeta azadiya jinê ye. Lewma parastina şehîdan parastina fikrê Rêber Apo û azadiya Rêber Apo ye. Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina Kurdistanê û statuya Kurdistanê ye. Bi vê boneyê em hemû gelê xwe yê Kurd û dostên xwe yên li Ewropa û Fransayê dijîn vedixwînin berxwedana 6’ê Çileyê saet di 11.00’an de pêk were. Em bang li her kesî dikin ku ji bo em bibin layiqî berxwedana şehîdên xwe, berxwedana ku Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li ser navê 50 milyon Kurd didomîne û hesabê çekên kîmyewî yên li ser gerîlayên Kurdistanê tên bikaranîn û komkujiyên Parîsê bipirsin beşdarî meşa mezin bibin. Weke Konseya KCDK-E bang li we dikim ku hûn Parîsê bikin cihê xwedîderketina şehîdên me. hesabpirsîn û soza xwe ya ji bo şehîdên xwe pêk bînin. Divê hem dost û hem jî dijminên Kurdan bibînin ku gelê Kurd li ser şopa şehîdan dimeşe û zanibin ku wê bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin û berfireh bikin.”