Li Silêmaniyê rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan

  • 15:46 5 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku dostên kurdan li qada navneteweyî dane destpêkirin, li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hate destpêkirin.
 
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên Gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" dest pê kirin.
 
Di çarçoveya danasîna pirtûkên Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê hatine nivîsîn, kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan ku hatibû destpêkirin, bê navber dewam dike.
 
Divê çarçoveyê de li parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna çalakvan, rewşenbîr û bi dehan welatiyan pêngava xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hate destpêkirin.
 
Pêngav bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan yên, Sosoyalojiya Azadiyê, Şaristaniya Demokratîk û pirtûkên din ên Abdullah Ocalan hate destpêkirin.