Ji Nobeta Aştiyê çûn serdana Nobeta Edaletê

  • 15:28 5 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - “Nobeda Aştiyê” ya ku di pêşengiya ÎHD'ê de di roja îns ewil a her mehê de dest pê dike, kesên tevli vê nobedê bûn vê mehê jî “Nobeta Edaletê” ya li Wanê hatibû destpêkirin ziyaret kirin. Di serdanê de hat destnîşan kirin ku bi girankirina tecrîdê re dixwazin peyama, “Di rastiyê de ya ku li vir tê astengkirin hewldana tunekirina vîna siyasî ya Gelê Kurd e" bidin.           
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 31’an de berdewam dike. Rêveberiyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeyên Artemêtan û Westan, taxên Hacibekîr û Serhat a Rêya Armûşê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.
 
Ji Nobeta Aştiyê çûn serdanê
 
Di nobetê de tim diruşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin û stran hatin gotin. Li aliyê din “Nobeta Aştiyê” ya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve di roja îna ewil ya her mehê de tê lidarxistin, bi serdana “Nobeta Edaletê” ya ku li Wanê dest pê kiribû, vê mehê jî dewam kir. Rêvebirên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê bi qûrnefîlan serdana malbatên girtiyan kirin.
 
‘Bi girankirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirin’
 
Di çalakiya nobedê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Firat Durmaz axivî û diyar kir ku ew Nobeda Aştiyê ya ku di roja îna ewil ya her mehê de li dar dixin, bi çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin berdewam bikin. Firat, bal kişand ser girankirina tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku ji ber tecrîd kûrtir bû li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin.
 
‘Nahêlin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe’
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Heval Sînan Aras jî diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin di roja 40’î de berdewam dikin û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di bin siya hilbijartinê de maye. Heval, diyar kir ku ev 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha pê de çû: “Hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Ne bûyereke ku di aliyê qanûna sûcdar a Tirkiyê de were desteser kirin.” Heval, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser kampanyaya ku hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya vê kampanyayê de ji 27’ê Mijdarê ve ji bo rakirina tecrîdê dest bi grevên birçîbûnê kirine. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin ne tecrîda li ser girtiyekî ji rêzê ye. Birêz Abdullah Ocalan ev 25 sal in di girtîgehê de tê girtin. Ji xwe ceza ya tirk jî qanûnên xwe pêk nayîne. Di rastiyê de ya ku li vir tê astengkirin hewldana tunekirina vîna siyasî ya Gelê Kurd e. Nahêlin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Ji ber vê yekê divê grevên birçîbûnê ji hilbijartinan piçekî girîngtir bin.”
 
Hiqûqnasan serdana girtîgehan kir
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun jî diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê dest pê kirine wan serdana girtîgehan kirine û got ew rewşa tê jiyîn rapor dikin. Salîh, da zanîn ku ew ê hefteya bê rapora nû parve bikin û bi lêv kir ku wekî parêzer çi pêwîst bike dê bikin. Salîh, bal kişand ku grevên birçîbûnê di rojeva wan de ne û destnîşan kir ku divê ev rewş her tim di rojevê de be.
 
Çalakî, bi stran û serdanan berdewam kir.