Li Panosê hevdîtina jinan

  • 14:21 5 Çile 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Jinan eleqeyek mezin nîşanî çalakiya ku di pêşengiya Şaredariya Panosê de li Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê hat lidarxistin dan, Hevşaredara Panosê Mûşerref Geçer jî axivî, 3 jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku. têkoşîna wan a li dijî desthilatdariya serdest a mêr wê li her qadê bidome.
 
Bi pêşengiya Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Piştevaniya Jinê ya Teşiyê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku gelek jin tê  de hatin cem hev eleqeyeke mezin dît. Hevşaredar Mûşerref Geçer û namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek jin tevlî çalakiya li salona civînê ya navendî bûn. Di çalakkiyê de, mijarên li ser rola jinan di hilbijartinên  herêmî ku wê di e di di 31ê Adarê de werin li dar xistin hatin axaftin.
 
3 jinên Kurd ên hatin qetilkirin hatin bîranîn
 
Piştre Hevşaredara Panosê Mûşerref Geçer bi bîranîna têkoşerên jin Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir. Muşerrefê têkildarî 3 jinên hatin qetilkirin jî got, "Berxwedana jinên Kurd a li hemberî feraseta desthilatdariya mêr gelek girîng e."
 
'Grevên birçîbûnê girîng in'
 
Muşerrefê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku destûr nayê dayîn bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got, "Di van rojên ku li dijî polîtîkayên tecrîdê yên bê hiqûqî grevên birçîbûnê hatin destpêkirin de, çalakiya girtiyan a grevê di roja 40'î de ye. Ev çalakî ji bo Tirkiye bikeve pêvajoyeke demokratîk banga jiyanî ye. Pêwîste dengê girtiyên siyasî were bihîstin û daxwazên wan bên pêkanîn.”
 
'Ji bo jinan gelek proje hatin pêşxiitn'
 
Muşerrefê bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha got: “Ji bo bihêzkirina jinan di rêveberiyên herêmî de me gavên girîng avêtin. "Di vê çarçoveyê de me Midûriyeta Jinan a di nava şaredariyê de, 'Xeta şîdet' a girêdayî midûriyetê û ji bo jin di veguhestina nava bajêr de sûdê jê biring me 'Karta Jin' ji wan re derxist."
 
Herî dawî jî Mûşerref destnîşan kir ku jinên Kurd tevî hemû zextan li her qadê li dijî pergala serdest a mêr li ber xwe didin.
 
Çalakî bi tilîlî û dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.