'Dosyaya lêpirsînê ya Gulistan Doku di kîjan astê de ye?'

  • 13:31 5 Çile 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Gulîstan Dokû ya ku 4 sal in winda ye ji Wezareta Edaletê pirsî û got, “Gûmanbarê sereke yê windakirina Gulîstan Doku Zaînal Abarakov ji ber çi sedema hiqûqî nehat girtin?”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî û Parlamentera Amedê Halîde Turkogl Gulîstan Dokû ya ku ev zêdeyî 4 sal in winda ye û eqûbeta wê nayê zanîn  ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirsî. Halide di pirsa xwe ya parlementoyê de wiha got: “Xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku piştî ku di 5'ê Çileya 2020'î de ji yûrda ku lê dima derket, careke din agahî jê nehat. Tevî ku 4 sal di ser windabûna wê re derbas bûne jî çarenûsa Gulistan Doku hêj ne diyar e. Ligel ku ji Gulîstanê agahî nehat girtin, derbarê Zaynal Abarakov û malbata wî ku gumanbarên sereke yên windakirina Gulîstan bûn de tu cezayekî hiqûq nehat sepandin. Li gel ku ev 4 sal in tu agahî ji Gulîstan Dokû nayên girtin, aktîvîstên jin, xwendekar û rêxistinên jinan ên ku bi pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ diyar kirin ku ew ê dest ji vê mijarê bernedin, bûne hedefa darazê. Herî dawî xwişka Gulistan Doku Aygul Doku diyar kir ku di hevdîtina xwe ya bi waliyê bajêr re ku kiriye walî jê re  gotiye ku ev dosya dê ji nû ve bê lêkolînkirin.”
 
Di pêşnûme pirsê de ev pirs ji Wezîrê Dadê hatin kirin:
 
"*Gulîstan Doku li ku ye?
 
*Zaînal Abarakov yê ku ji windabûna Gulîstanê bepirse bi kîjan hinceta qanûnî nehat girtin?
 
*Çima derbarê wesayîta bavê gumanbarê ji windabûna Gulistanê berpirs ê sereke Zaînal Abarakov ku Gulîstan bi zorê lê hat siwarkirin testa DNA'yê nehat kirin?
 
*Gelo ev rasthatineke ku kamerayên MOBESE tune ne an jî ev kamera li ser rêyên ku Gulistan Doku lê hatiye windakirin naxebitin?
 
*Dê dosyaya Gulistan Doku ji nû ve bê lêkolînkirin? Wezareta we dê der barê kêmasiyên dosyayê de ji roja ewil de daxuyaniyekê bide an na?
 
*Dosyaya lêpirsînê ya Gulistan Doku di kîjan astê de ye?