Ji Nobeda Edaletê ya li Stenbolê: Em bi hev re bi hêz in

  • 16:04 4 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 23 roj in didome. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku bi piştevaniyê dê têkoşîn mezin bibe û gotin: "Em bi hev re bi hêz in û bi hev re hene."
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman daxwazê xizmên girtiyan jî dest bi çalakiya Nobeda Edeletê kirin.  
 
Li Stenbolê bi peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) di 13'yê Kanûnê de çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku 23 roj in didome li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenlerê pêk tê. Çalakî bi serdana sazî û dezgehên sivîl didome. 
 
Li cihê çalakiyê pankartên bi kurdî û tirkî “Ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkinin û bibin dengê zindanan" û “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwekirin. Di çalakiyê de dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  
 
Çalakiya ku bi serdanan didome îro bi serdana rêxistina DEM Partî ya Sultangaziyê berdewam kir. Di çalakiyê de banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin. Her wiha îro rêxistina DEM Partî ya Sultangazî nobedê dewr girt. 
 
Hevserokê DEM Partî ya Sultangaziyê Faruk Kaya axivî û got: "Dayikên kurd bi gelek eş û zextan re rûbirû man. Mirov nikare êşa wan dayikan pênase bike. Her dayikek bedelek daye. Îro dayik li her qadê li ber xwe didin. Gelê Kurd bi salan e di nava berxwedanê de ne. Di her qadê jî berxwedana xwe mezin kiriye. Kurd li hemberî polîtîkayên êriş û kuştinê li her qadê têkoşîn da û dê her dem jî têbikoşe."
 
Piştre jî hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Demîr Sonmez axivî û diyar kir ku daxwaza dayik û girtiyan heman tişte û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin ku Rêberê me bi fîzîkî azad bibe. Girtiyên siyasî serbest bên berdan. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo me bi nirx e. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Divê dayik, jin, rêhevalên me piştevaniya vê çalakiyê bikin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Dema têkoşîn mezin bibe em ê bighijin encamekî. Em bi hev re bi hêz in û bi hev re hene."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi dirûşm û kilaman berdewam dike.