Qazax û goreyên ku hunandin ji Îmraliyê re şandin

  • 15:49 4 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê qazax û goreyên ku hunandin ji Girtîgeha Îmraliyê re şandin. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve”, di dema çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qazax û gore hunandin. Gore û qazaxên ku hatin hunandin îro bi rêya poste ji  Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re hat şandin. 
 
TJA, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: "Aktîvîstên me û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya kampanyaya 'Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve' ji bo Birêz Abdullah Ocalan gore û qazax hunandin. Qazax û goreyên ku hatin hunandin bi rêya PTT'ê ji Îmraliyê re hat şandin."