Li Amedê 32 roj in Nobeda Edaletê didome

  • 14:51 4 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 32'yan de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. Di çalakiyê de dayika girtiya nexweş Meryem Soylu bi klamên xwe bal kişand ser çalakiyê. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 34 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
Ligel wan xebatên Ewropayê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Piştre jî li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. 
 
Li Amedê, Nobeda Edaletê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve hat destpêkirin. Çalakî di roja 32'yemîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome bi serdanan didome.
 
Çalakvanan, di nobedê de hest û ramanên xwe anîn ziman û banga piştevaniya çalakiyê kirin. Her wiha di çalakiya îro de dayika girtiya nexweş Amîne Kaya, Meryem Soylu bi klamên xwe bal kişand ser çalakiyê.