Nobeta Edaletê bi serdanan didome: Bi têkoşînê dê tecrîdê têk bibin

  • 14:36 4 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - “Nobeda Edaletê” ya li Wanê di roja 31’an de bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ku berdewam dike, peyama "Dê bi têkoşînê tecrîdê têk bibin" hat dayîn.
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 31’an de berdewam dike. Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elbakê, taxên Seyrantepe û Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê û komelayên çand û hûnerê serdana nobetê kirin.
 
‘Em bi têkoşînê tecrîdê têk bibin'  
 
Di çalakiyê de welatiyê taxa Seyrantepeyê Bîlal Soylû axivî û anî ziman ku ji bo piştevaniya malbatan bikin û tecrîdê bişkînin serdana çalakiyê kirine û wiha got: “Pêwîste hemû kes bi awayekî girseyî bên serdan û tevlîbûna vê çalakiyê bikin. Bi berxwedan û têkoşînê em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin. Em bi têkoşînê tecrîdê bişkînin.”
 
Çalakî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, serdan û stranan berdewan kir.